Ji bo qedexekirina çekan Trump dîsa gef li Îranê xwar

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî bibinketina projeqanûna dirêjkirina qedexeya çekan a li ser Îranê, careke din gefa vegerandina sepandina qedexeyê xwar.

Konseya Ewlekariyê ya NY, Înê ev projeqanûn xiste dengdanê, lê bi bin ket.

Îran kêfxweşiya xwe ji bo vê binketinê anî zimên û diyar kir ku “Amerîka ji 75 salan ve, weke niha bi tenê nemaye. Bi taybet ku destdayîna dewletên endam bi dest nexist.”

Serokê Rûsyayê Filadîmêr Putin jî piştî bibinketinê, pêşniyara lûtkeyeke girêdayî heman mijarê kir, lê Turmp diyar kir ku “dibe ew beşdarî vê lûtkeyê nebe.”

Wezîrê Derve Mike Pompeo da zanîn ku Amerîka wê nehêle Îran bi kirîn û firotina çekan şad bibe.

Tê payîn, qedexeya heyî ya li ser Îranê, ji Cotmehê ve bê sivikkirin, lê belê qedexeya kirîna madeyên çêkirina mûşekên balistî ku NY li serê sepandiye, wê heta 2023’yan bidome.

Back to top button