Li Yemenê 92 endamên Hûsîyan hatin kuştin

Li başûrê bajarê Mearib yê Yemenê, di encama êrişên Koalîsyona Erebî de herî kêm 92 endamên Hûsiyan hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî duh ragihand ku li qadên el-Kesera û el-Cevbe yên ku dikevin rojavayê bajarê Mearib yê Yemenê di nava 24 saetan de 31 operasyon li dijî Hûsiyan li dar xistin e.

Koalisyonê daxuyand ku di encama êrişên li dijî bakur, başûr û rojavayê bajarê Mearibê de zêdetirî 92 Hûsî hatine kuştin.

Her wiha çapemeniya Erebistana Siûdî jî ragihand ku 16 wesayîtên leşkerî yên Hûsiyan jî hatine rûxandin.

Li aliyê din li gori daxuyaniya Arteşa Yemenê ya li ser Medyaya wan ya dijîtal hate ragihandin jî, êrişên Hûsiyan yên li dijî bajarê Mearibê hatine têk birin û di navbera aliyan de şerêkî xurt dewam dike.

Hûsiyan ji bo ku bajarê Mearibê kontrol bikin, di meha Sibatê de êrişeke berfireh dabûn destpêkirin.

Koalisyona Erebî ya ku bi pêşengtiya Erebistana Siûdî ji sala 2015’yan û vir ve li dijî hêzên Hûsî piştgiriyê didin hikumeta Yemenê.

Back to top button