Mîhrîcana Zarokan a 6’an li Kobanê dest pê kir

Bi dirûşmeya ‘Zarok hêviya pêşeroja azadin’ li Kobanê Mîhrîcana Zarokan a 6’emîn dest pê kir.
Festîvala wê 2 rojan dewam bike.
Bi heman awayî 8’emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta kantona Qamişloyê û Hesekeyê jî dewame.

Bi piştevaniya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, bi dirûşmeya ‘Zarok Hêviya Pêşeroja Azad in’ Mîhrîcana Zarokan a 6’emîn li Kobanê dest pê kir.

Beriya Mîhrîcanê meş hat kirin.

Meş ji qada jina azad destpê kir û heta Navenda Çand û Hunera Baqî Xido dewam kir.

Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn piştre ev roj li tevahî zarokan pîroz kirin û gotin:

“Zarok hêviya pêşeroja azad in.”

Beriya Mîhrîcanê Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Arîn Kobanê ev roj li tevahî zarokan pîroz kir û got:

‘Bi saya Rêber Apo em gihîştin vê astê.

Em vê rojê li Rêber Apo û li tevahî zarokan pîroz dikin.

Em ê tola şehîdan hilînin û xwedî li doza wan derkevin.”

Arîn Kobanê diyar kir ku divê em xwedî li zarokên xwe derkevin.

Piştî axafitinan zarokan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Festîval wê sibe jî dewam bike.

Mîhrîcana li kantona Qamişlo û Hesekê didome

Bi heman awayî 8’emîn Hunera Mîhrîcana Zarokan a li ser asta kantona Qamişlo û Hesekê jî duh dest pê kir.

Komên zarokan di roja ewil de hûnerên xwe bi kêfxweşiyek mezin pêşkeş kirin.

Mihrîcana li Rimêlan wê sibê, ya li Hesekê jî wê îro bi dawî bibe.

Back to top button