Li Gabonê darbe: Cûnta leşkerî soza demokrasiyê da

Li Gabonê êdî rêveberî di destê cûnta leşkerî de ye.
General Nguema yê serkêşiya darbeyê kirî, soza pêkanîna demokrasiyê da.

Li welatê Gabonê yê Afrîkaya Navîn rêveberî êdî di destê cûnta leşkerî de ye.

Wê roja Duşemê General Brice Oligui Nguema sond bixwe û bibe serokê welat yê demkî.

Orgeneral Nguema bi darbeya leşkerî, dawî li deshilata 56 salî ya malbata Bongo anî.

Di peyamên xwe yên bo gel de soza pêkanîna demokrasiyê da.

Nguema bang li 200 karsazên li welêt kir û diyar kir ku di dema derbeyê de biryara “teşhîrkirina saziyan demkî ye” û wiha got:

“Armanc jinûve rêxistinkirina wan a bi rêbazekî demokratîk e.”

Ji karsazên cîhanî hişyariya gendeliyê

Nguema bi tundî serokên karsazên li welatê dewlemend ên neftê li hember “bihabûna zêde” hişyar kir û ji wan re got,

Hêza xwe ji bo pêşketina welat bikar bînin.

Rewşa heyî wê zêde dirêj neke.

Ez bawer nakim ku vê qebûl bikim.

Pêwiste qezenca zêde vegere dewletê.”

Nûnerên biyanî ji bo civînê hatin vexwendin

Balyozxaneyên welat û rêxistinên ku derbe şermezar kirin di daxuyaniya xwe ya ji bo AFP’ê de diyar kirin ku wan ne nûner lê rayedarên xwe yên di astek hîn jêrtir de şandine, hevdîtinê.

General Nguema kî ye?

General Nguema, ku tê payîn roja Duşemê wek “serokê dewletê yê demkî” sond bixwe, di nav leşkeran de bi navê Oligui tê naskirin.

Nguema wekî alîkarê bavê Elî Bongo, Omar Bongo, ku bi tepisandinê 42 salan welat birêve birî kar kir.

Piştî mirina Omer Bongo ya 2009, 10 salan li balyozxaneyên Gabon ên li Fas û Senegalê di nava hêzên leşkerî yên aştiyê de kar kir.

Nguema, 2018’an wekî şefê îstîxbaratê kar kir û piştî 6 heman bû general.

Li Gabonê lîderê cûnta wê bibe serokomarê welat

Back to top button