Peymangeheke Waşingtonê: Wê ev serdan bibe bela serê Erdogan

Vê hefteyê serokê hikumeta AKPê Erdogan xwe ji bo çûna Emerîkayê hazir dike, lê atmosfera xelkê Waşingtonê ew qas ne li cî ye ku pêşwaziya wî bikin.
Peymangeha Waşingtonê ya Siyasetên Rojhilata Jêrîn teqez kir ew ê ev serdana Erdogan bê encam be û egeriyek heye rewşa welatê wî aloztir bibe.

Ji ber derdor lê teng bûye, Erdogan diçe Emerîkayê.

Peymangeha Waşingtonê ya Siyesetên Rojhilata Jêrîn raporek der barê binkeftina serdana Erdogan bo Emerîkayê de nivîsand.

Di rapora peymangehê de hate gotin, wê serdana Erdogan veguhere kareseteke diplomatîk û wê bi gelek astengiyan re jî rû bi rû bimîne.

Li gorî raporê, gava Trump Erdogan bi hev re rûnên yek ji mijara wan ya sereke bakurê Sûrî ye.

Raporê destnîşan kir ku ev serdan belkî bibe mîna dawîn serdana Erdogan bo Emerîkayê.

Di Gulana 2017an de, parêzvanên Erdogan bi xwepêşanderên “Sheridan Circle” re şer kirin, ev jî wêneya dewleta Tirk li Emerîkayê reş kir.

Rapor dibêje, eger em li atmosfera Waşingtonê binêrin aniha, egerî heye Erdogan vê carê rastî xwepêşandanên mezintir were.

Her wekî wê bi xwe re kareserteke diplomasî mezin û eşkere bîne.

Peymangeha Waşingtonê ya Siyesetên Rojhilata Jêrîn anî ziman ku a herî giring jî, belkî di demeke nêz de, Kongress cezayan li Tirkiyê bibire.

Li gorî raporê, ji bo rê li ber van nakokiyan were girtin, divê Trump hêza xwe ji bo sekinandina siyasetên Erdogan bi kar bîne.

Bi taybetî jî di êrîşên dewleta tirk li ser bakurê Sûrî de.

Leave a Reply

Back to top button