Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya Şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya endamekî xwe ku di qezaya trafîkê de şehîd bûye eşkere kir.

Navendê diyar kir ku endamê wan yê Asayîşa Dirbêsiyê Samir Seîd 19’ê Çileyê di encama qezayeke trafîkê de li ser rêya Dirbêsiyê, şehîd bû.

Navendê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li gorî daxuyaniya navendê nasnameya şehîd wiha ye:

Samir Husên Seîd li navçeya Til Kerem ya Dirbêsiyê ji dayik bûye, 19’ê Çileya 2020’an li ser riya Dirbêsiyê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button