Fermanariya Giştî ya YPG’ê ji bo salvegera 2. a êrîşên dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek da û got:
Li dijî berfirehkirina dagirkeriya ti hêzekê, wê bêdeng namînin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê Bi rasthatina 2. salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser Efrînê re, daxuyaniyek nivîskî weşand.
YPG’ê balkişand li ser guhertina demografiya li Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin û wiha domand:
Dagirkerî û guhertina demografî ya ku dewleta tirk û çeteyên wê îro pêk tîne dewamiya dagirkeriya beriya 2 salan e ku li ser Efrînê daye meşandin.
Îro jî li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê vê dagirkeriya faşîzm berfireh dike û demografiya herêmê diguherîne.
YPG’ê bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li Efrînê rexne kir û wiha got:
Erdnîgariya Efrînê di encama kiryarên faşîzane ya dewleta Tirk de bi tinekirinê re rû bi rû maye.
Tevahî cihan çawa ji bo dagirkeriya Girê Spî û Serêkaniyê bêdeng maye, ji bo Efrînê jî ev du salin tu bertekên pêwîst nîşan ne dane.
2. SALVEGERA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ LI SER EFRÎNÊ
YPG: LI DIJÎ BERFIREHKIRINA DAGIRKERIYÊ EM BÊDENG NAMÎNIN
Fermandariya Giştî ya YPG’ê şehîdên berxwedana Serdemê bibîr anî û bi van gotina daxuyaniya xwe bi dawî kir:
Em YPG û YPJ li hember berfirehkirina dagirkeriya ti hezekî û pêkanînên faşîzan bêdeng namînin.
Li gel vê rewşa li Efrînê, em diyar dikin ku bi armanca rizgarkirina Efrînê û gelê xwe, em ê di nav têkoşîn û berxwedanek mezin de bin.
Bi vê boneyê em tevahî şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin û soza rizgarkirina Efrînê ji bo tevahî gelê xwe dubare dikin.
Û Ji bo vegera gelê xwe li ser xakên xwe yên pîroz bi hemû awayî emê tekoşînê dewam bikin.”