Çavdêriya Sûrî : hejmara çeteyên sûrî ku gihiştine Lîbyayê, gihaye 2 hezar û 600 çete yî

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta tirk komeke din yên çeteyên xwe şandiye Lîbyayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku hejmara çeteyên ji Sûrî ku gihiştine Lîbyayê, gihaye 2 Hezar û 600’î.

Li gorî Çavdêriyê, hejmara çeteyên ji Sûrî yên dewleta tirk ku li ser xaka Lîbyayê hatine kuştin gihaye 28’î.

Wezîrê Deve yê dewleta Tirkyê Mevlût Çavuşoglu, diyar kir ku hemû alî di Kongreya Berlînê de li hev kirin ku heya agirbesta li Lîbyayê dewam be, wê ti alî çek an hêzan ji bo Lîbyayê neşîne.

Çavuşoglu îdîa kir ku derbarê vê mijarê jî helwesta wan diyar e û Erdogan ev tişt di Kongreyê de diyar kiriye.

PISPORINE NY:
TI HÊZÊN SÛDANÎ LI LÎBYAYÊ TUNE NE, ERDOGAN IDIAYAN DIKE

Ji aliyê din ve, Idiayên Erdogan ên dibêje ku “çeteyên Sûdanî li Lîbyayê şer dikin,” ji aliyê NY ve hatin redkirin.

Pisporine NY teqez kir ku ti delîlên hebûna hêzên Sûdanî ku li gel artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer dikin, tune ne.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan beriya niha idia kiribû ku “2 hezar û 500 çeteyên Wagner ên Rûsî û nêzî 5 hezar çete ji Sûdan, Çad û Nîjerê li Lîbyayê şer dikin.

Leave a Reply

Back to top button