Rewşa Kurdên li Sûdanê zehmet e

Piştî 11 rojan ji şerê dijwar li Sûdanê agirbest hate raghandin.
Kurdên li Sûdanê piştî aloziya leşkerî ku derbasî hefteya duyemîn bû, di nava zehmetiyên mezin de ne.

Du hefteyan li dû hev, şerekî dijwar li Sûdanê rû dide û her çendî agirbestek hatiye ragihandin jî, lê hêviyên dewamkirina wê qels in.

Ji ber şerê di navbera Artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, 420 kes hatine kuştin 3 hezar û 700 kes birîndar bûne, bêyî ku formeke çareseriyeke kokdar li asoyan hebe.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Sûdanê Volker Peretz ragihand ku “Wer tê dîtin ku agirbest xwe radigire, lê ti amadekariyeke bo danûstandinê tuneye”

Li kêleka bi milyonên kesan li wî welatî, dîsa rewşa Kurdan cihê mereqê ye.

Hemwextî wî şerê giran, metirsî li ser rewşa Kurdên ku koçberî Sûdanê bûne heye.

Bi taybet ku rêjeyeke wan ji Kurdên Rojavayê Kurdistsanê ne û di dema êrişên dagirkeriya Tirk û seba li wir bixebitin, koçber bûne.

Li gor agahiyan, çekdarên herdu aliyan li dijî Kurd û sûriyeyiyan nijadperest in.

Ev jî hemwextî nebûna pêdiviyên jiyanî yên sereke ku barê hemû sivîlên li wir girantir dike.

Artêşa Sûdanî banga tevlêbûnê li hêzên piştevaniya lezgîn dike

Back to top button