DERÎ JI BO NEMZETÊ SEROKÊ HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEKIR

Parlamentoya başûrê Kurdistanê piştî 225 rojan ji hilbijartina parlamentoyê, deriyê xwe ji bo diyarkirina namzetiya erkê serokê Herêma başurê Kurdistanê vekir.

Desteya Serokatiya Parlamentoya başûrê Kurdistanê îro, ji bo serlêdanên ji namzetiya serokê başûrê Kurdistanê re sê roj dem diyar kirin.

Li gorî biryarê kesên ku dixwazin bibin namzet, divê temenê wan ji 40 salî kêmtir nebe, welatî û niştecihê Kurdistan-Iraqê be.

Li gorî yasaya hilbijartina serokatiya başûrê Kurdistanê, kesê bibe serokê başûrê Kurdistanê ger nexwendî be û dîploma jî nebe dibe.

Cîgirê Serokê Koma Tevgera Nifşê Nû ya li Parlamentoya başûrê Kurdistanê Kawa Ebdulqadir jî derabarê mijarê de axivî.

Ebdulqadir eşkere kir ku wan li gel Komeleya Îslamî û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê di nava hewldanê de ne da ku ji bo wezîfeya serokatiyê namzetê wan ê hevbeş hebe.

Her çiqasî di demên derbasbûyî de PDK, YNK û Tevgera Goran li ser namzetiya Nêçîrvan Barzanî li hev kiribûn jî lê di dema diyarkirina namzetiyê de lihevkirin pêk nehat.

Leave a Reply

Back to top button