Bangladeş..di şewata li başûr rojhilatê welat de nêzî 50 kes mirin

Li Bangladeşê ji ber şewata li konteynirekê, teqîneke mezin rê da. Nêzî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li qadeke bi 40 kîlometreyî dûrî bendergeha Çîtagong a li başûr rojhilatê welêt, agir bi depoyeke taybet ket.

Li gorî tîmên agirkujiyê, agir bi gelek konteynirên ku madeyên kîmyewî tê de bûn ket û ji ber vê yekê teqîn çêbû.

Ji ber teqînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku 49 kes mirine, bêtirî 300 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku rojnamevanên li pey nûçeyê bûn, ew jî di nav de gelek kes winda ne.

Di nava birîndaran de 40 arkuj û 10 polîs jî hene.

Hate ragihandin ku li depoya ku agir pê ket, kincên bi milyonan dolarî ku wê ji welatên rojavayî re bihatina şandin hebûn.

Back to top button