Şervanê Hêzên Komandos Ebid Ehmed li Minbicê bi merasîmekê hat oxirkirin

Şervanê Hêzên Komandos ên Minbicê Ebid Ehmed Şêx 28’ê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî, li Minbicê şehîd bû. Şehîd Ebid duh li Minbicê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd şêniyên bajêr li goristana Şehîdan kom bûn û merasîmek pêk anî.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Rêveber a bajêr axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd hat xwestin û soza şopnandina rêya şehîdan hat dayîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Dawiyê cenazeyê şehîd Ebid Ehmed Şêx di nava slogan û tililiyên dayikan de hat oxirkirin.

Back to top button