Sûltan Yaray: Ji bo mafê Kurdan ez ê kar bikim

Ji nazmetên Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê Sûltan Yaray û yê Amedê Cengîz Çandar derbarê hilbijartinan de axivîn. Namzetan diyar kirin ku ew ê ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd ew ê bixebitin.

Ji nazmetên Partiya Çepên Kesk a Xarpêtê Sûltan Yaray derbarê hilbijartinan de axivî.

Sûltan Yaray anî ziman ku ew ê ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd bixebite û got:

”Ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî ez ê bixebitim.

Ji bo azadiya girtiyên di bin tecrîd û dîlgirtinê de ne, ez ê kar bikim.”

Li dijî mejiyê mêr ê ku jinê tune dihesibîne û ji bo misogerkirina mafên jinan ez ê karekî çalak bikim.”

Sûltan Yaray diyar kir ku ji bo avakirina welatekî hevpar ew ê bi gel re projeyan ava bikin.

Cengîz Çandar: Amedî li benda çûyîna Erdogan in

Ji namzetên Amedê yên Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar jî derbarê heman mijarê de axivî.

Cengîz Çandar diyar kir ku xelkê Amedê ew bi kêfxweşî û coşeke mezin pêşwazî kirin.

Cengîz serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Amedê nirxand û ev tişt anî ziman:

”Çiqas saziyên cemaweriyê li vir, li bajar û navçeyên derdorê hebin hemû li vir kom kirin.

Tevî vê yekê jî nekarî 3 hezar kesî kom bike.

Ez bi kê re axivîm, min dît ku serdana Erdogan a li Amedê di rojeva kesî de tune ye.

Min li înternetê bihîst bê li Amedê çi gotiye. Qet nebûye rojev. Ne xema Amedê ye.

Mirov ji bo rejîma zilm û zordariyê bi dawî bibe li benda 14’ê Gulanê ne.

Eleqeya vê herêmê ya bi Tayyîp Erdogan re tenê ew e ku bi kelecaneke mezin li benda çûyîna Erdogan e.

Ji ber vê yekê armanca Partiya me a ji bo wergirtina her 12 wekîlan li Amedê armancek ne dûrî rastiyê ye.

Înşaleh bi 14’ê Gulanê re wê bi temamî ji qada siyasî biçin.”

Back to top button