YONCA AKICI YA LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKÎ PÊK ANÎ ŞEHÎD BÛ

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên cur be cur têne lidarxistin.
Herî dawî Yonca Akici ya li dijî tecrîdê çalakî pêk anî şehîd bû.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di 1’ê Adarê de zêdeyî 7 hezar girtî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.

Yek ji van jî çalakger Yonca Akici bû.

Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdê 29’ê Adarê çalakî pêk anî.

Akici a ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê şehîd bû.

Piştî karên otopsiyê û şûnde cenazeyê Akiçi ji bo definkirinê birin Agiriyê.

Her wiha beriya niha jî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Ûgûr Şakar çalakiyên canbexşane pêk anîbûn.

Leave a Reply

Back to top button