Leşkerên Tirkiyê li geverê zarokek 5 salî kuştin

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Gever a Colemêrgê zarokek 5 salî kuştin.

Wesayîta zirxî ya aîdî çawîşê pispor ê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê, gava ji Gever a Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû pêl zarokê 5 salî yê bi navê Erdem Aşkan kir.

Piştre jî li cihê bûyerê reviya.

Zarokê 5 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Komeleya Mafê mirovan têkildarî bûyerê daxuyanî da û got:

“Ev ne mirinê ji rêzê ne. Kesên sûcên bi vî rengî dikin nayên cezakirin.

Tenê zarokên kurdan bi vê şêwazê tên kuştin.

Ger faşîzma tirk beriya niha li ser bûyerên bi vî rengî bisekiniya wê ev bûyer dubare nebûya.

Dijminatiya kurdan temenê wî nîne, dema tu kurd be li ber çavê leşkerên tirkiyê, tu kuştinê heq dike.”

Komaleya mafê mirovan ragihand ku di 10 salên dawî de 22 zarokên kurdan bi vî rengî hatine kuştin.

Back to top button