Li Bakur û Rojhilatî Sûriyê 273’ê kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 273 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa diyar kir kesên bi Koronayê ketine, 163 mêr in û 110 jin in.

Hat diyar kirin yek jê jin 4 kesan jî kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên mirin e ji Qamişlo, Hesekê, Dêrik û ji Dêrazorê ne.

Her wiha Desteya tenduristiyê anî ziman ku 4 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn baş bûne.

Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 24 hezar û 520 kes bi koronayê ketine û 853 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 hezar û 46 kes baş bûne.

Back to top button