KNK û KON-MED’ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kirin

KNK’ê û KON-MED’ê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kir û destnîşa kir ku azadiya welat bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Konrgeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) destnîşan kir ku kurd zimanê xwe azad bikin wê niştimana wan jî azad bibe.

KNK’ê diyar kir ku azadiya welat girêdayî azadiya çand û ziman e, lewma divê ew bi vê hişmendiyê nêzî mijara ziman bibin.

KNK’ê bang li tevaya sazî û dem û dezgehên Kurdistanê kir ku teşwîqa zimanê Kurdî di her warê jiyanê de bikin û xwedî lê derkevin.

Konfederaysona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) jî anî ziman ku berpirsyariya wan ya dîrokî ew e ku xwedî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.

KON-MED roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li Dayîkên Kurd, Mamoste, Nivîskar, Zimanzan û Zimanhêzên Zimanê Kurdî pîroz kir.

Back to top button