Li Amara rojbûna Rêber Apo hat pîrozkirin

Ji bo pîrozkirina Rojbûna Rêber Apo ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kesî îro berê xwe dan gundê Amara yê ku Rêber Apo lê ji dayîk buye. Lê girseya gel ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin astengkirin. Lê tevî astengiyan jî li mala ku Rêber Apo ya li Amarayê pîrozbahî hatin lidarxistin. 

Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê 23 sal in di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û îro dikeve 73 saliya xwe.

Îro ji bo pîrazbahiya rojbûna Rêberf Apo ji gelek bajarê bakurê Kurdistanê bi hezaran kesî berê xwe dan gundê Amarayê ku rêber Apo lê hatiye dinê.

Lê girseya gel li gelek cihan ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Polîsan rêya Bîrecîkê ku diçe Xelfetiyê girtin.

Welatiyên ku ji derdora gundên Amarayê jî li gundê Gogan hatin cem hev û govend gerandin..

Kesên li Amarayê ji aliyê bi sedan esker û maşîneyên zirxî ve hatin dorpêçkirin, kom bûn, li mala ku Rêber Ocalan jê dayik bûye pîrozbahî li dar xistin.

Birayê Rêber Ocalan, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, kesên ji bo 4’ê Nîsanê hatin gund pêşwazî kirin.

Omer Ocalan li ber deriyê mala ku Rêber Ocalan jê dayikbûye axivî û wiha got:

“Em 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne û derdora gund hatiye dorpêçkirin û destûr nedan ku gelê me were Amarayê.

Herkesê xwest bi me re were Amarayê bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin.”

Ocalan got: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin.

Pirsgirêka kurd bi muxatabiya birêz Ocalan dikare were çareserkirin. Heke diyalog pêk were, dê li Tirkiyê aştiyeke bi rûmet pêk were.”

Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” gotin û rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin.

Back to top button