Mehdî Teqî bang li Iraqê kir ku li dadgeha navnetewî giliyê Tirkiyê bike

Endamê Komîtiya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dadgeha navnetewî giliyê Tirkiyê bike.

Tevî hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê bêdengiya xwe ya li hemberî dagirkeriyê diparêzin, di nava raya giştî û parlamentoya Iraqê de dengê nerazîbûnê bilind dibe.

Endamê Komîtiya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî nerazîbûna xwe derbarê êrîşên Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê nîşan da.

Mehdî Teqî got ku dewleta Tirk her carê bi hêcetên cuda serweriya xaka Iraqê binpê dike.

Mehdî sedema êrîşên Tirkiyê bi lewaziya hikumeta Iraqê ve girêda û got ku li gorî yasaya navnetewî derbaskirina sînor ya her welatekê qedexe ye û divê ew binpêkirin were rawestandin.

Endamê Komîtiya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dadgeha navnetewî giliyê welatiyên serweriya xaka Iraqê binpê dikin, bike.

Back to top button