Dewleta Tirk bi qutkirina ava Elok hewl dide mîlyon û nîvek kes qetil bike

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman diyar kir ku ji ber binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk ên li ser xetên kehrebe û yên stasyona ava Elokê, ji destpêka Tebaxê ve ava vê stasyonê nagihêje bajarê Hesekê û gundewarên wê.

Stasyona Elok, avê dide zêdetirî milyon û nîvek niştecihên herêmê.

Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye û heta îro ev cara 28`ane ku avê ji ser Hesekê û navçeyên wê qut dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mezin ên li ser xetên kehrebe û yên Stasyona ava Elok , ji destpêka Tebaxê ve av negihaştiye niştecihên herêmê.

Silêman diyar kir ku qutkirina ava Stasyona Elok li ser Hesekê dê karesateke mirovî bi xwe re bîne û got:

“Divê Stasyona Elok ji şerê çekdarî were dûrxistin û li dijî Rêveberiya Xweser û gelê wê, neyê bi karanîn.”

Xebat Silêman li dijî sûcên şer ên dewleta tirk bang li rêxistinên navneteweyî û NY`yê kir ku destwerdanê bikin.

Back to top button