Hê jî Mosko û Kiev hev ji ber êrişê tawanbar dikin

Di şerê Ukraynayê de, dema xelkê sivîl an jî avahiyên gelemperiyê dibin armanca êrişan, ne Mosko û ne jî Kievê xwedî li berpirsiyariya xwe dernakevin.
Mînaka vê a herî dawî êrişa li dijî stasyona trênan a bajarê Chaplyne (Çaplên) ku tê de 25 kes hatin kuştin.
Di vê navberê de Serokê Rûsya Putin biryarnameya ku jimara leşkerên welat ji 2 mîlyonî derbas dike erê kir.

24’ê Tebaxê stasyona trênan a li bajarê Chaplyne bû armanca êrişa moşekên Rûsyayê.

Di encamê de 25 kes hatin kuştin û nêzî 30 jî birîndar bûn.

Her wiha hejmareke zêde ji vagonên tirênan û avahiyên derdorê jî rûxiyan.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Rûsya êriş li dijî sivîlan pêk aniye.

Generalê artêşa Rûs Îgor Konaşînkov jî îdîa kir ku êrişa wan li dijî karwanê leşkerî yê artêşa Ukraynayê pêk hatiye.

Konaşînkov ragihand ku di vê êrişa wan de 200 leşkerên Ukraynî hatine kuştin û 10 erbeyên leşkerî jî hatine rûxandin.

Putin fermana zêdekirina 137 hezar leşkerên din bo artêşê da

Di demekê ku şerê li Ukrayan dirêj dike, Rûsya hewil dide artêşa xwe mezin bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin fermana ku ji bo zêdekirina 137 hezar leşkerên din bo 2023’an erê kir.

Di biryara berê ya 17’ê Mijdara 2017’an de hatibû girtin de, heta serê sala 2018’an bi giştî milyonek û 902 hezar û 758 xebatkar, hatibûn çêkirin.

Herî dawî di dawiya Adarê de Rûsyayê ragihand ku 1,351 leşkerên wê di hefteyên ewil ên şerê li Ukrayna de hatine kuştin.

Piştî vê yekê têkildarî kuştiyên xwe ti daxuyaniyek neda.

Texmînên rojavayî dibêjin ku hejmara rastî dibe ku herî kêm 10 qat ji ya Moskow eşkerekirî zêdetir be.

Lê çavkaniyên Ukraynayê dibêjin herî kêm 45 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin an birîndar kirin.

Rêveberiya Kîevê jî herî dawî ragihand ku nêzî 9 hezar xebatkarên wan di şerê li dijî Rûsya de hatine kuştin.

Di biryarnameya ku Putin îmze kirî de, agahiyên berfihre ne hatine pavekirin.

Back to top button