KCK: Em mirovahiya rabe ser piyan silav dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê berî çalakiyên 2’yê Mijarê Roja Rojava ya Cîhanî daxuyaniyek weşand û hemû gelên cîhanê ku tevlî çalakiyan bibe silav kir. Hevserokatiya KCK diyarkir, di wê baweriyê de ne ku Kurd û dostên wan bi awayekî xurt rabin ser piyan û hêviya jiyana azad a li Rojava veguherînin hêviyeke ji bo tevahî cîhanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, çawa ku gelê Kurd û hemû mirovahî li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ji bo Rojava rabûn ser piyan, wê di 2’yê Mijdarê de jî li her derên cîhanê vê piştevaniyê nîşan bidin.

KCK ji niha ve hemû gelên cîhanê ku di çalakiyan de cîh bigirin silav kir û destnîşan kir ku ev piştgirî wê ji bo parastin û azadkirina Rojava û Bakûr-Rojhilatê Suriyê xwedî roleke girîng be.

KCK di daxuyaniyê de weha got: “Em di wê baweriyê de ne ku Kurd, dostên wan û mirovahiya demokrat wê di 2’ê Mijdarê de bi rengekî herî xurt rabin ser piyan û rastiya ‘dinyayeke din pêkane’ ya ku li Rojava ketiye meriyetê, veguherînin hêviyeke ji bo tevahiya dinyayê.”

Hevserokatiya KCK her weha di çalakiyên piştgiriya Rojava de rola hunermendên Kurd û cîhanê jî bibîrxist û got, “Li her derê cîhanê bûn wîjdanê mirovahiyê. Em sekna wan bi rêzdarî silav dikin. Ew afirînerên jiyana nû ne. Ev sekna wan wê di yekîtiya gelê Kurd û têkoşîna hevpar de bi bandor be.”

Leave a Reply

Back to top button