HDP: Kobanê sembola azadiya gelê Kurd e

HDP’ê jî bi munasebeta Rojê daxuyanî da û got, “Kobanê li hemberî tarîtiyê nîşaneya azadiya gelê kurd û jiyana bi rûmet e.”

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelî, bi munasebeta 1’ê Mijdarê daxuyaniyek nivîskî dan û weha gotin: “Kobanê li hemberî tarîtiyê sembola mirovahiyê û hezkirina azadiyê ya gelê kurd e. Kobanê, di sedsala 21’emîn de cihe jiyana bi rûmet e ku ji mirovahiyê re hatiye bexşandin.”

Hevserokên HDP’ê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê û hevkarên wê bang li hemû gelên cîhanê kirin ku piştgirî û tekoşîna xwe ya ji bo Rojava mezin bikin.

Leave a Reply

Back to top button