Somal..di teqîneke xwekuj de, 7 kes hatin kuştin

Li Somalyayê, di ancama teqîneke xwekuj de, 7 kes hatin kuştin.

Êvara Înê, li paytexta Somalyayê Meqedîşo, teqînek xewkuj li xwaringehekê pêk hat.

Li gorî agahiyan, 7 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Heta niha ti aliyî ev teqîn negirtiye ser xwe, her wiha hêzên ewlehiyê jî têkildarî vê yekê, ti daxuyanî nedaye.

Lê guman hene ku tiliya Tevgera el-Şebab a terorîst, tê de hebe.

Back to top button