
Koma Dadwerî ya Kurdistanê li parlamentoyê, îro Sêşemê, PDK bi astengkirina lidarxistina hilbijartinên li Bşûrê Kurdistanê di dema diyarkirî de tawanbar kir.
Serokê Komê Ebdulsetar Mecîd bi daxuyaniyekê ragihand ku ” PDK ne amade ye hilbijartinên parlamentoya herêmê di dema xwe de pêk bîne û yasaya hilbijartinan serast bike.”
Ebdulsetar Mecîd got:
Mînaka vê gotinê beşdarnebûna wan a civîna ku duh li salona protokolan a Meclisa Herêmê ji bo gotûbêjkirina hilbijartinan pêk hat.”
Serokê Komê eşkere kir ku PDK di rûniştina borî de 36 namzedan bi sextekariyê kursiyên parlamentoyê bidest xistine û got:
PDK di îtîrazkirina xwe ya li hember sererastkirina yasaya hilbijartinan de kêmbûna demê dike hincet.