KNK: Tirkiyê Ocalan weke pêşengê aştiyê bibîne, wê pêvajoya aştiyê destpê bike

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê banga azadiya Rêber Ocalan kir.

Li baregeha Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê ya Hewlêrê, KNK’ê bi boneya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê daxuyanî da.

KNK’ê piştgirya xwe bi kampanyaya “Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê” nîşan da.

KNK’ê bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku weke nûnerên Kurd ji bo gihandina daxwazên mafên rewa yên hemû parçeyên Kurdistanê rol bilîzin.

Her wiha daxwazê ji saziyên mafên mirovan ên ser bi Neteweyên Yekbûyî û raya giştî hat kirin ku ji bo azadiya rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî ên Kurd zextê li Tirkiyê bikin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di dawiya daxuyaniya xwe de got:

“Dema dewleta Tirk Ocalan weke pêşengê aştiyê qebûl bike û demildest pêvajoya aştiyê destpê bike.”

Back to top button