Meclisa Kombûna Eşîrên El-Bokemal ji ber nêzîkbûna dewleta Tirk a û hikumeta Şamê red kir.
Berdevkê Meclisa Kombûna Eşîrên El-Bokemal Selah El-Selman derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî.
”Em lihevkirinên bi dewleta Tirk a dagirker re red dikin ji ber dewleta Tirk a dagirker Sûriyan dikuje.”
El-Selman anî ziman ku lihevkirineke bi vî rengî tu encamên erênî ji Sûriyan re bi xwe re nayne.
Û mafên Sûriyan jî mîsoger nake.
Her wiha da zanîn ku lihevkirin bibe sedema sereke ya dewama krîza Sûrî û derxistian nakokiyan li herêmê.
Selah El-Selman diyar kir ku ew ê planên li dijî herêmê têk bibin û li hember wê bi QSD’ê re bin.