Siyasetmedar û rûspiyên eşîrên kantona Qamişlo têkîldarî hilbijartinên Tirkiyê axivin.
Kesayetan got: “Partiya Çepên Kesk partiya herî guncav a hêviyên gelê Tirkiyê ye.”
Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Govan Kenho derbarê mijarê vê dibêje:
“Erdogan siyaseta Osmaniyan a dagirkirinê didomîne.
Îro gelek deverên Rojava weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir.
Hilbijartinên bê dê bibe derfetek ku hikumetê têk bibin.”
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk Ibrahîm El Selac jî got:
“Divê civaka Tirkiyeyê bibin yek.
Lazime hikumeta dîktator a Tirkiyeyê têk bibin.”
Şêxê eşîra El Sade Hiyaliyîn a Hesekê Elaudîn Bin Şêx Ehmed Bin Şêx Ebas jî ev yek anî ziman:
“Girîng e gelê Tirk di van hilbijartinan de bibe yek.
Divê xwedî li hikumeteke demokratîk derkeve.
Pêwîste pêkhateyên civaka Tirk li hember siyasetên hikumeta AKP-MHP’ê bisekinin.”