HPG’Ê: 25 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Zap, Metîna Avaşîn û Xakûrkê gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî daneyên HPG’ê parve kirin, di çalakiyan de 25 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin..

Têkildarî şerê li dijî hêzên artêşa Tirk, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encama çalakiyên gerîlla bi raya giştî re parve kir.

Li gorî vê;

  • Li herêma Xakûrkê

14 Hezîranê, li Girê Karker, gerîllayên jin bi çekên giran li çeperên hêzên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

  • Li herêma Avaşînê

15’ê Hezîranê li qada Şûkê, erebeyeke zirxî ya cûreya Amarok bû armanca lêdana gerîlla.

Di encamê de erebe hat tinekirin û 5 leşkerên têde bûn hatin kuştin.

  • Li herêma Zap’ê

16 Hezîranê li Qada Karker gerîlla li 2 helîkopterên êrişê dan.

Ji ber destwerdanê herdû helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li heman qadê, gerîllayên jin çalakiyên sekvaniyê pêk anîn û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

  • Li herêma Metîna

15 û 16’ê Hezîranê li Qada Girê FM, di çalakiyên sekvaniyê de, yek jê payebilind, 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

16’ê Hezîranê dagirkerên li derdora Girê Kendal bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Hêzên dagirker ên xwestin li nêzî Girên Şehîd Şîlan û Şehîd Çekdar bi cih bibin jî bûn armanca lêdana gerîlla.

Li vir jî 3 leşker hatin kuştin.

Danê şevê dîsa li derdora Girê Şehîd Çekdar gerîlla bi ser çeperên dagirkeran de girtin.

Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Roja 17’ê Hezîranê jî li heman qadê leşkerek din bi rêbaza sekvaniyê hate kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di navbera 15 û 17’ê Hezîranê de 19 caran bi çekên kîmyewî,

9 caran bi balafiran û 34 caran bi helîkopteran qadên gerîlla bombebaran kirin.

Back to top button