Nîjerya..ji ber hilewşîna avahiya li Elayeta Lagosê 36 kes mirin

Li navenda aboriyê ya Nîjeryayê li bajarê Lagosê bîlançoya avahiya 21 qatî ya hilweşiyayî giran dibe.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 36 kesan.

Li gorî Saziya Rewşa Lezgîn a Eyaleta Lagosê, ji binê kavilê avahiyê cenazeyên 33 mêr û 3 jinan hatine derxistin.

Avahiya ji 21 qatî ku hîn dihate çêkirin, li taxa Ikoyî bû.

Li ser sedema hilweşînê hînê agahî nehatine bidestxistin.

Di dema hilweşînê de bi dehan karker li şantiyeyê bûn.

Têkildarî avahiya ku 2’ê Mijdarê hilweşiyayî lêpirsîna ku hatî despêkirin hîna didome.

Back to top button