Hikumeta Lîbya 91 koçberên ji Nîjer carke din li welatên wan vegerandin

Lîbya ku welatekî bakurê parzemîna Afrîka ye, ji bo koçberên li parzemînê derbasî Ewropa bibin weke rawestgehekê lê hatiye.
Herî dawî hikumeta Lîbya 91 koçberên ji Nîjer carke din li welatên wan vegerandin.

Doh 91 koçber ji Balafirgeha Navneteweyî ya Misrata ji aliyê rayedarên fermî ve bo Nîjer hatin dersînorkirin.

Ji koçberan 60 zarok, 25 jin û 6 mêr hebûn.

Li gorî leşkerên sînor yê Lîbya, dersînorkirina koçberên Nîjer bo welatên wan bi hevkariya Rêxistina navdewletî ya Koçberiyê pêk hatiye.

Li gorî daneyên herî dawî yên ji aliyê Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) ve hatine parvekirin, îsal bêtirî 25 hezar koçber ji bo Lîbyayê hatine vegerandin.

Her îsal herî kêm 470 ji koçberên ku ji peravên Lîbyayê çûne Ewropayê mirin û 660 jî winda bûne.

Back to top button