Çalakiyên konvedanê li Qamişlo û Hesekê di roja 2’an de didome

Çalakiyên konvedanê yên ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên zîndanên Tirkiyê de ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarên Qamişlo û Hesekê dane destpêkirin di roja 2’an de didome.
Di bin konê çalakiyan de, bang li gelê herêmê hat kirin ku ji bo yekitiyê hevgirtina xwe xurttir bikin.

Piştgiriya bi berxwedana girtiyên siyasî yên di girtîgehên tirkiyê de dewam dike.

Çalakiya piştgirê a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo dayî destpêkirin di roja 2’an de didome…

Çalakiya kon li ber avahiya NY’ê bi diruşmeya “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi serbikevin”, pêk tê…

Çalakî dê bi serdanan 9 rojan dewam bike.

Çalakiya kon a ku ciwanan li bajarê Hesekê jî destpêkiriye, di roja 2’emîn de dewam dike.

Îro 6 şandeyên ji saziyên sivîl û navendên li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê serdana kon kir.

Konê çalakiyê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana girtîgehan teqez em ê bi ser bikevin” pêk tê .

Îro li bin kon bi navê Meclisa Dirbêsiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn piştgiriya xwe ji girtiyên siyasî re nîşan dan û dan zanîn ku girtiyên siyasî ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, canê xwe feda dikin.

Dawiyê bang li gel hat kirin ku di vê pêvajoya hesas de hev-girtina xwe xurt bikin da ku li dijî kompolyên li ser herêmên, bisekinin.

Konê çalakiyê wê 7 rojan dewam bike û şandeyên ji navçeyên kantona Hesekê serdana kon bikin.

Back to top button