Thursday 2026/06/25
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

2021’an 40 milyon kesên din ketin asta bin hejariyê

May 5, 2022
in CÎHAN
A A
Rêxistina Efû ya Navnetawî: Li Madagaskar ji ber birçîbûnê milyonek kes bi mirinê re rûbirû ye
Share on FacebookShare on Twitter

Li cîhanê birçîbûn di asteke metirsîdar de zêde bûye. Sala 2021’ê li seranserê cîhanê 40 milyon kesên din ketin bi asta hejariyê. Bi vê yekê re par li 53 welatan 193 milyon kes ji xwarin û xurekê bêpar man. Rewşa heyî ya dramatîk, tê payin ku bi şerê Ûkraynayê re girantir bibe.

Par ji ber şer, krîzên avhewa û aboriyê nêzî 40 milyon kesên din di asteke metirsîdar de ji xurekê bêpar man.

Bi vî rengî hejmara mirovên ku madeyên xwarinê bi têrkerî bi destê wan nakeve gihîşt 193 milyon kesî.

Ji bo karibin bijîn, pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

Tevna Cîhanê ya li ser krîzên xwedîkirinê li ser mijarê hişyarî da.

Tevna navborî sala 2016’an ji aliyê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), Yekîtiya Ewropa û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ve hate avakirin û bi giştî 17 aktor di nav de hene.

Li gorî aktorên tevnê, ji sala 2018’an ve hejmara mirovên ku xwarin û xurek bi destê wan nakeve, her sal zêde dibe û di sala 2021’an de gihîştiye asta rekorê.

Şerê Ûkraynayê ku meha Sibatê destpê kir, fikaran bi xwe re tîne ku welatên mîna Somalî yên ji aliyê genim an jî zibil ve bi Rûsya û Ûkraynayê ve girêdayî ne, bikevin rewşeke giran.

Ji xwe niha li Kevana Efrîkayê ziwabûneke zêde heye.

Li gorî texmînên sala 2022’an ên li ser 42 welatan hatiye kirin, îsal ji 179 milyon kesî heta 181.1 milyon kesî, wê ji xurekê bêpar bimînin.

Rêveberê Giştî yê FAO Qu Dongyu doh di dema pêşkêşkirina raporê de got:

“Tiştê ku em îro dibînin nayê qebûlkirin (…), divê em domdariya pergalên xwarinê, nemaze ji bo yên herî mexdûr misoger bikin.

Divê kes li paş nemîne, divê em ne tenê encaman, di heman demê de sedemên bingehîn ên pirsgirêkê jî çareser bikin.”

Li van welatan ji sala 2016’an ve hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi çalakiya lezgîn heye çar qat zêde bûye.

Li gorî FAO’yê, ev rêjeya ku sala 2021’ê zêde bûye, ji ber şer, bûyerên meteorolojîk ên giran û krîza aborî pêk hatine.

Welatên Komara Kongo ya Demokratîk, Etiyopya, Efxanistan û Yemen ku krîzên siyasî û mirovî lê hene, ew welat in ku herî zêde ketine bin bandora vê pirsgirêkê.

Şer hîn jî sedema bingehîn e ku 139 milyon mirov birçî bimînin.

Dîrektorê WFP’ê Davîd Beasly di vê mijarê de got,

“Di bankan de çareserî û pere hene: Divê em wan bikar bînin da ku ewlehiya gerdûnî misoger bikin.”

Previous Post

Lîbya..Başaga: Ger Tarablus nebe ez ê hikumetê ji Sirtê birêve bibim

Next Post

Li Efxanistanê ji ber lehiyê bêtirî 18 kesî mirin

Weşana girêdayî

Balyozxaneya Amerîkayê: Sûriye tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî bû
CÎHAN

Amerîka: Libnan û Îsraîl ji her demê bêtir nêzî hev bûne

Li Venezuela kabûsa 7.2 û 7.5 pileyî: Li welat rewşa awerte hat ragihandin
CÎHAN

Li Venezuela kabûsa 7.2 û 7.5 pileyî: Li welat rewşa awerte hat ragihandin

Tûra 1. A Kûpaya cîhanê diyar dibe: 13 tîman derbasî qonaxa duyem bûn
CÎHAN

Tûra 1. A Kûpaya cîhanê diyar dibe: 13 tîman derbasî qonaxa duyem bûn

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye