Partiya die partei ya Almanî 250 hezar Euro da Heyva Sor a Kurdistanê

Ji partiyên siyasî yên Almanyayê Die Partei alîkariya ji 250 hezar Euro da Heyva Sor a Kurdistanê.
Serokê Giştî yê Partiyê Martîn Sonneborn çeka sembolîk ku bûhayê alîkariyê nîşan dide radestî rêveberên Heyva Sor kir.

Piştî ku dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir partiya Almanî Die Partei kampanya alîkariyê da destpêkirin.

Partiya Die Partei, yek ji partiyên siyasî yên Elmanyayê ye ku li Parlamenta Ewrûpayê tê temsîlkirin.

Die Partei soz dabû ku alîkariya bê komkirin wê radestî saziyeke alîkariyê ya Kurd bike û çend roj berê 250 hezar Euro alîkarî şand ji hesabê Heyva Sor a Kurdistanê re.

Serokê giştî yê partiyê Martîn Sonneborn jî ji bo helwesta Elmanyayê ya li pêşberî êrîşa dagirkeriyê şermezar bike, li ber navenda giştî ya Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku desthilatdar e, kaxiza çeka sembolîk radestî xebatkarên Heyva Sor kir.

Leave a Reply

Back to top button