Dadgeha Dihokê ya PDK’ê 7 sal ceza li endamên YNK’ê û HDP’ê birî

Dadgeha Dihokê ya PDK’ê 7 sal cezayê girtîgehê li endamê Malbenda YNK’ê yê Zaxo û endamê HDP’ê birî.

Endamê Malbenda YNK’ê ya Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî 11’ê Sibata 2021’an li bajaroka Derkarê ji aliyê asayîşê ve hat girtin û endamê Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê Nîmet Guneş jî ê (55) 5 Sibata 2021’an de ji aliyê asayîşa Zaxo ve hate binçavkirin.

Îro rûniştina doza Nîmet Guneş û Mela Nezîr bû.

Dadgeha Dihokê bi hênceta peywendiya wan bi PKK’ê re heye, 7 sal ceza li wan birî.

Derbarê mijarê de birayê Mela Nezîr, Hacî Nebî ji Rojnews re axivî û got,

“Em îro li dadgehê amadebûn, ti delîlek ku pê werin cezakirin nebû, lê bi hênceta peywendiya wan bi PKK’ê re heye hatin cezakirin.”

Back to top button