KCK’ê diyar kir ku Konferansa Lozanê û civîna li Brukselê ji bo xwedîderketina li Rêber Abdullah Ocalan gelekî bi wate ne û got, “Xwedîderketineke gelekî esîl a li Rêber Apo ye.”
KCK’ê anî ziman ew bi hevî ne ev helwest heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo dewam bike.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê Konferansa Lozanê û civîna li Brukselê daxuyaniyek weşand.
KCK’ê diyar kir ku Peymana Loza ê peymaneke qirkirinê ye ku gelê Kurd tune hesiband û got:
“Dewletên mêtinger ên li Kurdistanê xwe spartin vê peymanê û sed sal in li ser gelê Kurd siyaseta înkar, îmha û qirkirinê dimeşînin. ”
KCK anî ziman mîna ku di civîna konferansa Lozanêde hate destnîşankirin, peyman tenê bi yekîtiya gelê Kurd dikare ji holê bê rakirin û wiha got:
Em weke Tevger ku nîv sedsal e li dijî sîstema mêtinger qirker têdikoşin, bi vê têgihiştinê tevdigerin û ji bo ev yek pêk were timî hewl didin.
Hewldana Rêber Apo ya ji bo yekîtiya Kurdan tê zanîn.
Lewma helwesteke gelekî rast û girîng e ku daxwaza herî mezin a gelê me ye, di konferansê de hatiye kirin.
KCK’ê daxuyand ku ew hemû mijarên di encamnameyê de hatine destnîşankirin girîng dibînin û piştgiriyê didin.
“Di konferansê de xwedîdertina li Rêber Apo gelekî bi wateye”
Her wiha KCK’ê diyar kir di konferansê de xwedîdertina li Rêber Apo gelekî bi wateye û ev tişt got: Komploya navneteweyî û avakirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê pêwendiya xwe yekser bi têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelê Kurd heye.
Em hemû pêkhateyên civînê yên bi vê têgihiştinê û berpirsyariyê nêzîk bûn hezkirin û hurmetên xwe pêşkêş dikin.
“Civîna li Brukselê nêzîkatiyeke herî esîl a piştevaniyê ye”
Têkildarî civîna sendîkayên karkeran ên li Ewropayê ya bi armanca şermezarkirin tecrîdê jî KCK ev tişt got:
Ev civîna bi wate mînaka herî esîl a xwedîderketina li Rêber Apo û piştevaniya bi gelê Kurd re ye.
Em hemû dostên ku tevlî vê civînê bûne û banga azadiya fîzîkî a Rêber kirin bi rêzdarî silav dikin.
Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelan hemûyan, ji bo bindestan û mirovahiyê têkoşiya, xizmet kir.
KCK: Heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşînê bidomînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ew bi hevî ne ev helwest heta şikandina tecrîda li ser Rêber Apo dewam bike û bang li gelê Kurd û dostan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê hîn xurt bikin.