Li parêzgeha Diyala ya Iraqê di êrişeke DAIŞ’ê de 11 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya El Ezim a ser bi parêzgeha Diyalayê ve êrişî 4 baregehên leşkerên Iraqê kir. 

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Iraqê dewam dike, hema bêje çete rojane êrişan dikin.

Li gorî agahiyan di saetên serê siharê de komek çeteyên DAIŞ’ê êrişê baregehên leşkerên Iraqê yên di navbera gundên El Tala û Um El Keramî yên ser bi navçeya El Ezim ya ser bi parêzgeha Diyalayê kirine.

Gorî agahiyên destpêkê di encama êrişan de 11 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin di nava kesên mirine de fermandarên paye bilind jî hene.

Derbarê êrişan de heya niha agahiyek fermî nehatiye belavkirin.

Back to top button