Mihemed Ehmed: Divê civaka dev ji alavên kevin bernedin

Welatiyê bi navê Mihemed Ehmed li taxa Şêxmeqsûdê di dikana xwe de alavên kevn nû dike. û gelek entîkeyan berhev dike.
Bi vî karî hem mîrasa pêşiyên xwe diparêze, hem jî debara xwe dike.
Mihemed banga parastina alavên kevn dike û dibêje:“Divê em zû dev ji tiştên xwe yên kevn bernedin.

Mihemed ji gundê Çolaqa yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye.

Ev 43 sal e bi karê nûkirin û biriqandina tiştên kevn mijûl dibe

Beriya Efrîn were dagirkirin, dikaneke wî li Efrînê hebû û li wir karê xwe dikir.

Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û koçberî Helebê bû, careke din dikana xwe li Helebê vekir.

Mihemed Ehmed ku hewesa wî ya komkirina tiştên kevn heye.

ji bo parastina mîrasa pêşiyên xwe tiştên kevnare nû dike.

Ew tiştên ku pir kêm li mal û sûkan peyda dibin,

li dikana xwe ya biçûk a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê difiroşe.

Mihemed Ehmed ji bavê xwe fêrî vê pîşeyê bûye.

Apê Mihemed der barê pîşeya xwe de dibêje:

“Hin kesên ku wek min tiştên kevn bala wan dikişînin,

dixwazin alavên xwe yên kevn ên xirabe sererast biki.

Back to top button