Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî li tevahiya jinan pîrozkir û ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê tevahî jin vexwend qadên pîrozbahiyê.
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û ev roj li tevahî jinan pîroz kir.
Kongreya Star da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet jina kurd ku ji bo azadiya xwe berxwedanê dike, li hemû qadan û di hemû astan de serkêşiya civakê dike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Erdogan, her tim îrade, çand û dîroka jinê armanc digire, ji ber ku dixwaze piroja demokratîk ya ku xwe li ser bingehê azadiya jin û wekheviya gelan avakiriye tune bike.
Her wiha dixwaze rihê berxwedana jinê ya ku ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan fedê digire vemrîne.
Kongreya Star bang li hemû Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku asta berxwedanê mezin bikin û hemû hêz û enerjiya xwe li hember faşîst Erdogan derxin.
Her wiha soz da ku ew ê qad û çeperên berxwedanê bernedin, tecrîda li ser Rêber Ocalan tune bikin û azadiya wî misoger bikin.
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemu jinan kir ku di roja 8’ê Adarê de li qadên şahiyê bi girseyî amade bibin û rojê pîroz bikin.