Hêzên Ewlekariya Hûndirîn: Divê hêzên garantor li hember armancgirtina sivîlan bêdeng nemînin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa li ser Zirganê şermezar kir û bang li hêzên garantor kir ku li hember armancgirtina sivîlan bêdeng nemînin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha ye:

“Ji demeke dirêj ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokê Zirganê û gundên wê topbaran dikin.

Bi van êrişan hewl didin niştecihên wê koçber bikin, mîna ku li bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kirine.

Artêşa Tirk êvara roja Sêşemê 21’ê Kanûnê bi hemû cûreyên top, obîs û moşekan bajarok topbaran kir.

Derdora 30 top li bajarokê ketin. Di encama topbarana hovane de ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan, mêrekî bi teman û du jin şehîd bûn û 10 sivîlên din birîndar bûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn van kiryarên bi sûc ên li dijî şêniyên me yên li bajarokê Zirganê şermezar dikin û bang li civata navneteweyî dikin ku bi lez bikeve tevgerê, li hemberî wehşiyeta dewleta Tirk û leşkerên wê bisekine û herkîna xwîna sivîlan rawestîne.”

Back to top button