Berxwedana gelê Perû biser ket

Nêzî 2 mehane li Perû xwepêşandan û hêrsa li dijî deshilatê heye.
Piştî ku serokomar Castillo ji peywirê hate girtin, gelên Perûyê dest bi xwepêşandanan kir.
Tevî hemû bangên hikumeta nû, gel dawî li xwepêşandanan ne anî.
Herî dawî Kongreyê biryar da ku hilbijartina pêşwext pêk were.

Serokkomar Pedro Castîllo di 7’ê Kanûna 2022’an de ji aliyê kongreyê ji peywirê hatibû girtin û piştre hatibû girtin.

Piştî girtina Castîllo gelên Perûyê dest bi çalakî û xwepêşandanan kir.

Di van çalakiyan de herî kêm 60 xwepêşander hatibûn kuştin.

Ji ber van çalakiyan dîroka hilbijartinê ya di 24’ê Nîsana 2024’an de hate guhertin.

Li Perûyê hilbijartin wê Cotmehê pêk bên

Kongreyê biryar da ku hilbijartin îsal di meha Cotmehê de were kirin.

Gelên Perûyê dixwestin ku bila hilbijartin zûtir were kirin, Castîllo were berdan û Dîna Bolûarte yê ku li şûna Castîllo hatiye peywirdarkirinjî îstîfa bike.

Yek ji daxwazên gelên Perûyê ew bû ku bila destûreke nû were amadekirin û pêşkêşî referandûmê were kirin.

Tevî vê yekê jî doh li Perû careke din navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûnên dijwar hebûn.

Back to top button