MSD bi rêya komxebatan baweriya bi çareseriya siyasî mayînde dike

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku komxebatên diyalogê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewamkirina gavên ku beriya niha MSD`ê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî avêtine ye.
Endamên partiyê anî ziman ku MSD’ê bi van komxebatan hewl dide baweriya gelê Sûriyê bi hêzên siyasî û çareseriya siyasî vegerîne.

Meclisa Sûriya Demokratî MSD’ê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bê hedan di nava hewldanan de ye.

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku komxebatên MSD’ê li dar dikevin, berdewama gavên ku beriya niha MSD’ê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî avêtiye ye.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîra Ezîz axivî û got:

“Îro li nexşeya rê digerin ku dibe rêya diyalogên MSD’ê wekî desteya siyasî Sûrî û serbixwe li dar dixîne, were diyarkirin.

Êdî baweriya gelê Sûriyê bi hêzên siyasî nema tê, ji ber di pêvajoya salên şoreşê de tiştek ji bo çareseriya aloziyê Sûriyê nekirin.

Lê Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide baweriya di navbera gel, hêzên siyasî û çareseriya siyasî de zindî bike.”

Semîra Ezîz anî ziman ku hişmendiya hikumeta Şamê ku hîn jî nehatiye guhertin, hişmendiyeke navendî ye û li gorî berjewendiyên desthilatê û kesên vê siyasetê pêk tînin, tev digere.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ferhat Hec Îsa jî diyar kir ku nêrîna siyasî ya MSD’ê berî her tiştî xwe dispêre pirrengiyê û qebûlkirina aliyê din e.

Hec Îsa got:

MSD’ê li rêyeke din anku, ne zimanê şer ku gelê Sûriyê tar û mar kir, lê belê li zimanekî ku çareseriya aloziyê Sûriyê bi xwe re bîne, digere.

MSDê bi rêya projeyên Rêveberiya Xweser û mekanîzmayeke guncaw a vê rêveberiyê, nûnertiya tevahî pêkhateyan dike.”

Back to top button