Balafirên Îsraîlî devereke Quneytirayê kir armanc

Balafirên Îsraîlê dîsan êrîş bir ser deverine din ên Sûriye û herêmeke parêzgeha Quneytirayê kir armanc.

Ajansa nûçeyan SANA ya bi ser hikumeta Şamê ve ragihand ku berbanga vê sibehê, balafirên Îsraîlî êrîşî devereke parêzgeha Quneytirayê kir.

Li gorî SANAyê, ti ziyan çênebûne.

Duh jî êrîşên Îsarîlê li ser deverine Hema û Laziqiyê hebûn û tê de bi qasî ajansa hikumetê ragihandibû, sivîlek hat kuştin û 6 kes birîndar bûbûn.

Back to top button