Şêx û Rûspiyên Eşîrên El-Neîm û Ebu Siltan bang li hêzên navdewletî kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi navê “Artêşa Wetenî ya Sûrî” ku li dijî pêkhateyê heremê sucê şer kirine bixin lîsteya terorê.
Her wiha Eşîran piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan û diyar kirin ku çareseriya li Sûriyê projeya Netewa Demokratîk e.
Dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyên bi navê”Artêşa Wetenî ya Sûrî” li dijî sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî komkujiyan pêk tîne.
Heta niha sedan sivîl hatin qetil kirin û zêdetirî 300 hezar şêniyên resen ê heremê hatin koçberkirin.
Rûspiyê eşîra Ebû Siltan Adil Abdulselam der barê mijarê de ji Ajansa Hawarê re axivî û got: “Çeteyên artêşa Tirk li dijî sivîlan komkujî pêk anîn û li Til Temir, Serêkaniyê û Girê Spî bi cenazeyên sivîlan lîstin, sivîl koçber kirin û malên wan talan û wêran kirin.”
Siltan Adil Abdulselam diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran Erebên ji Xota û Himsê li Girê Spî û Serêkaniyê bi cih kiriye û bi vê yekê dixwaze ku demografiya heremê bigûherîne.
Adil Abdulselam da xuyakir ku çeteyên DAIŞ û El Nûsrayê ku dewleta Tirk navê “Artêşa Wetenî ya Sûrî” li wan kiriye, li heremên dagirkiri sûcên şer dike.
Abdulselam bang li Rêxistinên mirovî û NY`yê kir ku “Artêşa Wetenî ya Sûrî” bixin listeya terorê û dewleta Tirk ji axa wan derxînin.
Şêxê qebîleya El-Neîm
Li derdora projeya netewa demokratîk kom bibin
Şêxê eşîra El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi li dijî hewldanên Berpirsê Ewlehiya Netewî yê Rejîmê Elî Memlûkî ku ji eşîran xwestibû zarokên xwe ji nav QSD’ê vekşînin nerazîbûn nîşan da.
Şêxê eşîra El-Neîm El-Cedûi diyar kir ku rejîm û komên bi navê opozisyona derve bi rêya daxuyanî û civînan hewl didin ku di nav pêkhateyên herêmê de fitneyê derxînin.
El-Cedûi got: “Em bi dil û can bi Hêzên Sûriye Demokratîk re ne. Çareserkirina aloziya Sûriyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê dike.”
Şêxê êşîra El-Neîm Ebdulrehman El-Cedûi bang li şêxên eşîrên Ereb kir ku bi yekîtiyeke xurt li kêleka pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û li derdora projeya netewa demokratîk kom bibin.