Ayten Dersîm: Garantiya PKK’ê cewhera wê ya jinê ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dersim tevlî televîzyonê ya Medya Haberê bû.
Ayten Dersiman li ser salvegera damezrandina 45’an ya PKK’ê axifî û got:
“Di gava destpêkê ya PKK’ê de Rêber Apo dît ku jin divê destpêkê bêne birêxistinkirin û yek ji aliyên PKK’ê yên ku garantiya wê ye, cewhera wê ya jinê ye.

Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dersim bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê ji qenala televîzyonê ya Medya Haberê re axivî. Axaftina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

Kes nikare civakekê tune bike ku rêxistiniya xwe pêk anî be

“Tevgera me ji Rojhilata Navîn jî wêdetir gerdûnî bû.

Îro li tevahiya cîhanê li dora Rêberê me, li dora felsefeya Rêberê me ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi hezaran jin, ciwan pêngava azadiyê dimeşînin.

Têkoşîna ku em îro li çiyayên azad ji bo azadiyê dimeşînin vê yekê ispat dike.

Ev ruh ruhê azad ê PKK’ê ye ku ji aliyê Rêberê me ve hatiye afirandin.

Nîşan da ku faşîzm li hemberî berxwedana gelan nikare bi ser bikeve.”

Ayten Dersîm: Jin her ku xwe bi rêxistin bikin wê bi ser bikevin

Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dersim bahsa rêxistinbûyîna jinê kir û wiha got:

“Diyar bû ku gel û jin her ku xwe bi rêxistin bikin wê bi ser bikevin.

Her ku xwe zane dikin ber bi serketinê ve dimeşin.

Bêguman cewherekî din ê PKK’ê jin e. Hêzên emperyalîst, hêzên hegemonîk timî gotin:

destpêkê li jinê bixin û bi vî rengî dikarin civakê teslîm werbigirin.

Lê bi Şoreşa Jinê ya Rojava re me xwe gihand gelan û me bawerî da gelan û jinan ku li dora vê têkoşîna azadiyê dikarin têbikoşin.

Ji ber vê yekê me cewhera tevgera PKK’ê weke cewhera jinê pênase kir û rêxistiniya vê yekê pêk anîn.”

Ayten Dersîm: Bi berdêlên giran em gihîştin vê astê

Endama Koordînasyona KJK’ê Ayten Dersim herî dawî ew nirxandin ji bo têkoşîna jinê kir:

“Divê em jin zanibin ku ji bo têkoşînê berdêlên mezin divê.

Meşa li ser rêya azadiyê têgihiştineke mezin dixwaze.

Ji ber ku di şexsê jinê de ya tê xwestin bê tunekirin hişmendiya wê, îradeya wê, exlaqa wê ye.

Bi têgihiştina ku sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinê me rêxistiniya xwe pêk anîn.

Me baweriyeke bi wî rengî afirand ku bi cewhera tevgera PKK’ê bi azadiyê, sîstema konfederal a demokratîk, felsefeya neteweya demokratîk, dikarin aqlê mêr li tevahiya cîhanê têk bibin.”

Back to top button