Li herêmê dagirkirî nifşeke tundraw tê avakirin

Li Girê Spî ya dagirkerî navendên perwerdeyê yên belavkirina fikrên tundraw zêde bûne.
Ev navend ji aliyê komeleyên pakistanî û efganî ve tên birêvebirin.
Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî hişyarî da ku nifşeke tundraw li herêmên dagirkirî tê gihandin.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Fedîle Mihemed derbarê mijarê ev yek anî ziman :

“Ji aliyê dewleta Tirk ve demografiya kantonê tê guhertin..

Herêm dibe navenda çeteyan û hedefgirtina ewlehî û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî cîhanê.”

Hevseroka meclisa kantona Girê Sipî hiyşyarî da

Fedîle Mihemed ji ber siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî hişyarî da û got:

“Dewleta Tirk bi rêya komeleyên tundraw nifşekî çeteyan ava dike..

Da ku li cîhanê belav bike, di encamê de ewlehî û îstiqrara cîhanê bi giştî xirab bike.”

Back to top button