Lêkolîn Org: Hêza Gulan û Roj ji aliyê “SADAT” a Erdogan ve tên perwerdekirin

Şîrketa SADAT a Erdogan weke şîrketeke ku çeteyan rêxistin dike, tê naskirin. Ev şîrketa navborî çeteyan perwerde dike û derdixe Kurdistan û her devera cîhanê. Malpera Lêkolîn.org bi belgeyan derxist holê ku Hêzên Gulan û Peşmergeyên Roj jî ji aliyê şîrketa SADAT ve hatine perwerdekirin û niha li dijî gerîla û gelên Kurdistanê tên bikaranîn. Şandina van hezan ji bo qadên gêrîla belgeya herî dawî ya van agahiyan e.

Dewleta Tirk ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve saz bike û cihekî stratejîk bigire, dest bi rêxistinkirina komên çete kir.

Çeteyên ku perwerde dike herêmên Rojhilata Navîn, Başûrê Kurdistan û her devera cîhanê.

Yek ji wan şîrketên ku karê rêxistinkirina çeteyan dike jî,SADAT e.

SADAT 2012’an ji aliyê generalekî Tirk ê bi navê Adnan Tanriverdî ve hat avakirin.

Şêwirmenda Erdogan Gulnur Aybet bi peywendiya navbera MÎT û SADAT’ê re eleqeder dibe û Aybet weke kesek nêzî Nêçîrvan Barzanî jî tê naskirin.

Ev sazî li Başûrê Kurdistanê jî tevneke qirêj dirêse.

Malpera Lêkolîn.org der barê karên qirêjî yên SADAT’ê yên li Başûrê Kurdistanê, nûçeyek amade kiriye.

Li gorî vê nûçeyê, SADAT baregeha xwe ya yekemîn di 2017’an de li Duhokê ava kiriye.

Lê gelek karên xwe jî li Başûrê Kurdistanê, bi awayekî ne yekser bi rêya şîrketa TÎKA, HAKSÎAD û ORSAM’ê dimeşîne.

Ev şîrketên navborî di heman demê de, ji bo MÎT’ê sîxuran jî peyda dike.

Hêza Gulan a PDK’ê û Pêşmergeyên Roj ên girêdayî ENKS’ê jî di 2018’an de li Duhokê ji aliyê SADAT’ê ve hatine perwerdekirin.

Perwerde jî li herêma Xenz a Duhokê hatiye dayîn.

SADAT’a ku Hêza Gulan perwerde kir, dibin navê Artêşa Azad a Sûriyê de li dijî rejîma Esad rêxistin kir.

Ev şîrket tabûrên mîna Selahedîn û Farûq bi rêxistin kir û hîn jî xebatên wan berdewam dikin.

Çeteyên ku li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de li dijî gelê Kurd şer kirin jî, ji heman şîrketê hatine perwerdekirin û birêxistinkirin.

Her wiha ji bo Pêşmergeyên Roj li dijî PKK’ê bide şerkirin, li herêmên çiyayî ew perwerde kirin.

PDK’ê di 25’ê Cotmehê de ev hêzên perwerdekirî şandin Garê.

Nihe ev şîrket, bi rêya van hêzan, dixwaze di nava Kurdan de şerekî navxweyî derxîne.

Back to top button