PDK’Ê JI BO XURTBÛNA TÊKILIYAN SERDANA ALIYÊN SIYASÎ DIKE

Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê serdana aliyên siyasî ên li herêmê dike.

Îro şandeyeke PDK’ê di bin serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî de serdana Navenda Komela Îslamî ya Hewlêr kir.

Piştî hevdîtinê civînek hevbeş a çapemeniyê hat lidarxistin.

Emîrê Komeleya Îslamî Elî Bapîr axivî û wiha got;

“Pêwîste em hêviyên gel bînîn cîh û çareseriyek bingehîn jê re daynin.

Ji ber ku gel ji gendelî û sextekariyê bêzar bûye.”

Hêjayî gotinê ye ku Komela Îslamî heya niha biryara xwe ya dawî nedaye ka wê beşdarî kabîneya nû bibe yan na.

Şandeya PDK piştî serdana Komeleya Îslamî serdana Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê û Hizba Şuî ya Kurdistanê jî kirin.

Piştî hevdîtinan Yekgirtû ya Îslamiya û Hizba Şuî teqez kirin ku ewê weke muxalefet bimênin û dinava civakê de dest bi kar û xebatên xwe bikin.

Leave a Reply

Back to top button