Karewana leşkerî ya Rûsya ber bi Kîevê ve pêşdikeve

Artêşa Rûsyayê gav bi gav nêzî paytext Kîevê dibe. Rûsya ji bo kontrolkirina Ûkrayna hêzên nû yên leşkerî dişîne. Di wêneyên ku hatine kişandin de tê xuyakirin kukarwanek bi dirêjahiya 60 kîlometre li pey hev berê xwe daye Kîevê. Karwan ji maşîneyên zirxî û topavêjan pêk tê. Li herêma Xarkov jî şerekî dijwar di navbera aliyan de rûdide. Êdî artêşa Rûsya jî bi awayekî ketober, êrişî Ûkrayna dike.

Fikara êrîşa Rûsyayê ya li ser paytexta Ûkraynayê Kîevê zêde dibe.

Dimenên ku ji aliyê satalaytê ve hatine kişandin vê yekê jî nîşan dide.

Tê dîtin ku karwaneke leşkerî ya Rûsyayê ya 60 kîlometre dirêj e ji bakurê Ûkraynayê ber bi Kîevê ve bi pêş ve diçe.

Li gorî vê yekê serê konvoyê gihişte nêzî Balafirgeha Antonov a 25 kîlometre li bakurê Kîevê ye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Maxar ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku li bejahiya Ûkraynayê bi sedan wesayîtên leşkerî bi pêş ve diçin.

Di beşek ji dimenan de jî şewat û wêraniya heyî jî zuya dike.

Tê zanîn ku komeke nû ya helîkopterên êrîşê û wesayitên leşkerî li Belarûsya 30 kîlometre dûrî sînorê Ûkraynayê hatine veguhestin.

Li Sumî û Xarkov şer giran e, hêzên Rûsî bi çekên giran êriş dikin

Hat ragihandin ku di êrîşa artêşa Rûsyayê ya li bajarê Okhtyrka ya Sûmiyê de 70 leşkerên Ûkraynayê hatin kuştin.

li vir dimen baş biherikênin… 14 sanî wisan

Rûsya li dijî Ûkrayna planên nû yên êrişê dike

Ajansa nûçeyan a AFP’ê ji çavkaniyên dîplomatîk û derdorên parastinê zaniye ku Moskov şevê din plana êrîşeke nû dike.

Wezareta Parastinê ya DYA ragihand ku leşekrên Rûsya 5 kîlometreyên din nêzî Kîevê bûne.

Tê gotin, niha leşkerên Rûsya nêzî 25 kîlometre ji Kîevê durin.

Berpirsên Ûkraynayê doh ragihandin ku teqînek mezin li duyemîn bajarê herî mezin ê welat Xarkivê rû da.

Di encamê de, 11 kes mirin.

Şaredarê bajêr got, tank û wesayîtên zirxî yên Rûsyayê “li her derê” têne dîtin.

Li Xerson ya dikeve başûrê welat jî şereke dijwar rûdide.

Şaredarê bajar diyar kir ku hêzên wan li hemê mane û li dijî leşkerên Rûs şer dikin.

Li gorî ajansa Interfax Ûkraynayê, di encama topbarana li deverên cuda yên welat de gelek sivîl hatine kuştin.

Rayedarê artêşa Ûkraynayê Valery Saluzhny ragihand ku leşkerên Rûsyayê ji destpêka êrişê û heta niha 113 mûşekên taktîkî li dijî wan bikar anîne.

NY: 13 jê zarok 536 sivîl hatine kuştin

Doh li paytexta Swîsre Cenevreyê, 49’emîn Rûniştinên Mafê Mirovan ên Konseya Mafê Mirovan a NY dest pê kir.

Berdevka Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NY’yê Liz Throssel, di rûniştinan de derbarê şerê û Rûsya û Ûkraynayê de axivî û diyar kir ku di şer 13 jê zarok 536 kes jiyana xwe ji dest dane.

Throssel, da zanîn ku ji van 136 sivîl in û her wiha agahî da ku 40 kes jî di şer de birîndar bûne.

Ûkrayna: 5.700 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Ji aliyê din ve Rêveberiya Ûkrayna îdia kir ku bêtirî 5 hezar û 700 leşkerên Rûsy hatine kuştin.

Her wiha 200 jî hatine girtin.

Hikumeta Rûsya heta niha derbarê leşkerên xwe yên hatine kuştin de ti daxuyaniyek ne daye.

Tê diyarkirin ku li Kîevê gelek kesan li dijî êrîşa Rûsyayê barîkat danîn.

 

Back to top button