
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan didome.
Di roja 38’an de careke din gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li qadan bûn.
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên bi pêşengiya jinan di roja 38’an de didome.
Hêzên rejîma Îranê jî bi tundî êrişî gel dikin.
Tevî hemû zext û êrişan jî gel li qadan li ber xwe didin.
Duh bi şev careke din jî li Sine, Seqiz, Mahabad û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê gel daketin qadan û dirûşma “Bimre dîktator” berzkirin.
Li Tehran û gelek bajarên din ên Îranê gel daket qadan û bi hêzên rejîmê re şer derket.
Ciwanên Hemedanê jî bi molotofan êrişî noqteyekî hêzên rejîmê kirin û ew der dan ber agir.
Xwendekarên zanîmgehên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din çalakî lidarxistin û bê navber dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” qêriyan.
Li gelek zanîngehan jî di navbera hêzên besic û xwandekaran de şer derket.
Her wiha li ser banga Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Mamostayan, îro mamosta ketin grevê û piştgirî dan xwepêşandanan.